Bekir Aydoğan
07 Nîsan 2023•Rojanekirin: 08 Nîsan 2023
Hat ragihandin ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê teqîn çêbû.
Midûriya Ewlehiyê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê der barê mijarê da daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku êvarê saet 16.18an da nêzî têlên li dora balafirgehê teqînek çêbû.
Hat diyarkirin ku şewata piştî teqînê derket hat temirandin û di bûyerê da tu kes nemir.
Hat gotin ku lêkolîna der barê bûyerê da dewam dike û daxuyaniya berfireh dê pişt ra bê dayîn.
Der barê sedema teqînê da jî tu daxuyanî nehat dayîn.