Abdullah Tel
10 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2020
Hat ragihandin Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra ji ser têlefonê der heqê "gefên Îran yên li herêmê" da axivî.
Hat destnîşankirin ku Pompeo di hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ra kir da jî êrîşên Îranê yên bir ser baregehên Iraqê, şermezar kir.
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagus ji bo hevdîtina ser têlefonê ya di navbera Pompeo ve Stoltenberg da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku êrîşa Îranê ya ji ber kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî bi moşekan bir ser Baregeha Hewayî ya Ayn el-Esed a Amerîkayê ya li Iraqê di rojeva hevdîtinê da cih girt.
Ji hêla din va Pompeo xwest ku bila NATO li Rojhialata Navîn zêdetir çalak be û hat gotin ku di mijara ewlehiya herêmî û têkoşîna dijî terorîzma navneteweyî da bila NATO zêdetir bi kêr bê û ji bo vê jî lihevkirin pêk hat.
Hewlên Îranê yên dibe sedema zêdebûna bêîstiqrariyê hat şermezarkirin û li ser têkoşîna dijî DEAŞê didome hat sekinîn.
- Ji Amerîkayê peyama biryardariyê
Hat destnîşankirin ku Pompeo bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ra jî ji ser têlefonê axivî û êrîşên Îranê yên li ser baregehên li Iraqê qewimîn şermezar kir.
Di daxuyaniyê da bal kişandin ser peyama biryardariyê ya Amerîkayê û hat gotin ku Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li herêmê ya hewce dike wê bike.