Abdullah Tel
10 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2020
Hêzên koalîsyona dijî DEAŞê ya bi pêşîkêşiya Amerîkayê li Dêrazora herêma Sûriyeyê ji hewayê va êrîşî ser hêzên Hîzbûllahê yên Îran piştgiriyê dide wan kir.
Balafirên şer ên koalîsyonê duh êvarê li bajarê Dêrazora rojhilatê Sûriyeyê bi ser hin komên terorîst da bombe barand ku di bin rêveberiya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê da ne û piştgiriya rejima Beşar Esed dikin.
Li navçeya Elbukemalê cihê wek Herêma Kesk tê zanîn 4 tankên aîdê Hizbullahê hatin îmhekirin û hin çekdar hatin berterefkirin.
Balafirên koalîsyonê firên xwe yên keşfê yên li ser komên Îran piştevaniya wan dike jî zêde kirin.
AAyê di nûçeyên duh û pêr da weşandibû ku li rojhilatê Çemê Feratê yê ku Dêrazorê dike du qetî hêzên Esed û Îran, li rojhilatê wê jî hêzên Amerîka û YPG/PKK qewinkirinên eskerî dikin.
Li Sûriyeyê rageşiya di navbera aliyan da ji ber kuştina fermandarê Îranî Qasim Silêmanî yê bi destê Amerîkayê zêde bûbû.
- Dêrazor di bin dagirkeriya YPG/PKK û hin komên din da ye ku Îran piştevaniya wan dike
Rejima Esed bi alîkariya Rûsya û komên Îran piştgirê wan e di Sermaweza sala 2017an da rojavayê Dêrazorê ji dagirkeriya DEAŞê derxist û hilda bin kontrola xwe.
Qismê axa Dêrazorê ku li rojhilatê Çemê Feratê dimîne jî di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye ku Amerîka piştgiriyê didê.