17 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
HATAY
Rûqiye Ebdullaha (30) gava abloqeya rejima Sûriyeyê li ser kampa Yermûkê hebû û lê ji bo goştê pisîkan bê xwarin, fetwa hatibû dayîn dima, ji nûçegihanê AAyê ra qala jiyana li kampê kir.
Ebdullahê got ku li Sûriyeya zêdetirî 5 salan e lê şerê navxweyî dewam dike, însan tenê bi gulan namirin, gelek însan ji ber birçîbûnê û bi nexweşiyan jî dimirin.
Ebdullahê got ku li kampa Yermûkê ya li Şamê ya di sala 2013yan da ket destê rejimê, kerasetên ecêb tên serê mirovan. Jiyana her însanekî wir wek çîrokekê ye, dibe mijara fîlm û romanan.
Ebdullaha ku 5 meh berê tevî yek jê astengdar 3 zarokên xwe revî Tirkiyeyê got ku bûyerên li kampê qewimîn ji bîra min naçin, jiyana wir wekî cehenemê bû û ew kamp bi xwe "cehenem" e.
Di remezana 2013an da li kampê mirov ji birçîna dimirîn, herwiha ji ber tirs û xofê jî însana nikaribû li wir bimînin. Ebdullaha ku ji kampê revî got ku ew yek ji wan mirovên bi siûd ên ji kampê revîn e û behsa şert û mercên bi zehmet ê jiyana li wir kir: "Em ji nan û şekir mehrûm bûn. Ji bo me bidestxistina van xwarinan xeyal bû. Ne ez tenê, yê li kampê hemû wekî min bûn. Qîza min a astengdar pir zehmetî kişand."
- Li kampê goştê pisîkan tê xwarin
Ebdullahê got ku ew ji loqmeyek nan jî mehrûm bûn û wiha dewam kir: "Di 4 mehên dawîn ên li kampê derbas bûn da me bi 'şorba avê' îdare dikir. Me hin baharat diavêtin nava avê û bi wê avê zikê xwe têr dikir. Belkî we jî bihîstibe, însanên li kampê goştê pisîka dixwun; lê min bi çavên xwe dît ku goştê pisîkan xwarin. Min însanên ku di sergoyan da li nan digeriyan dît. Di kuçeyan da zarokan perçeyê kartonê dixwarin. Li der û dorê tiştekî tunebû. Perê te hebûya jî nikaribû yî tiştekî bistînî. Rejimê me xist abloqeyeke wisa ku destûr nedidan ku tiştek bikeve kampê. Piştî salekê ji herêma Yeldayê ra korîdora alîkariya însanî hat vekirin û malzemeyên xwarinê anîn kampê. Lê ev malzeme encax têrî mirovên li kampa Yeldayê kir. Dîsa para me nema. Ji sedî yekê wan bûyerên li kampa Yermûkê pêk hatin, di çapemeniyê a cih negirt. Yanê bifikire, zarokê te ji te nan dixwaze lê tu 9 mehan nikarî loqekê nan bidî zarokê xwe."
- Me nanê kufukî dixwar
Di rojên ewil ên abloqeyê da, em di nav malên terikandî da degeriyan, me gava nanê kufukî didît, ew nan paqij dikir û bi cehtiliyê dixwar.
Ebdullahê got ku dû ra nanê kufukî jî tunebû bixwun û wiha qala wan rojan kir:
"Daxwaza zarokan çi ye, dixwazin zikê xwe têr bikin û bilîzin. Lê ji vê mehrûm bûn. Carekê ez di bin bombeyan da, li nên digeriyam, min tiştekî nedît û hema gihayên hêşîn bibûn kom kir. Gelek însanên li wir gihayeke ku ji ra dibêjin 'piyê çûka' xwarin û ji ber vê mirin. Gava ez li giha digeriyam min zarokekî 10 salî dît. Di destê wî da perçeyekî kaxiz hebû dixwar û digiriya. Min carekê jî komeke însanên ku postê pisîkê diguran dît.
Em çiqasî biaxivin jî bê feyde ye. Rejimê em xistin abloqeyeke wisa ku... Mirov li heywanan jî wê miameleyê nake. Zêdetirî însanan ne bi gula ji ber birçîbûnê mirin. Li wir însan dor bi dor dimirin. 9 mehan çavê me bi nan neket. Me şorba avê, giha û karton dixwarin. Şikir me rêyeke dît û em ji wir revîn."
- Koliyên alîkariyê difirotin me
Rûqiye Ebdullahê îfade kir ku zêde alîkarî nedişandin kampê, alîkariya ku dihat jî hêzên rejimê di rê da dişeland û wiha dewam kir:
"Koliyên ku tê da malzeme hebûn, pêşî bi 50 hezar piştra bi 100 hezar lireyê Sûriyeyê dihat firotin. Min qutiyeke şîr bi 7 hezar lireyê Sûriyeyê (nêzî 36 lire) sitand ji bo qîza xwe. Di organên medyayê da digotin li kampê 100 zarok mirin. Di rastiyê da hejmar zêde ye. Ne tenê ji ber birçîbûnê ji ber daketina rêjeya şekir gelek zarok mirin."