17 Gulan 2016•Rojanekirin: 17 Gulan 2016
VAN
Încî kefal di dema xerzdanînê da wek masiyên somonê yên li Norwecê berevajiyê avê avjeniyê dikin û dema ku rastî astengan tên jî xwe çeng dikin. Rêwîtiya încî kefalê ya îsal jî dest pê kir.
Di Gola Wanê da tenê încî kefal heye dema xerzdanîna kefalê jî her sal di navbera 15ê nîsan û 15ê tîrmehê de dest pê dike û masî xwe didin avê şirîn.
Dema ku masî xwe hildavêjin û berovajiyê ava herikbar avjeniyê dikin, dîmenên xweşik derdikevin holê û mirov hejmetkar dimînin û lê dinhêrin. Her sal bi hezaran tûrîstên xwemalî û biyanî tên bajêr û dibin şahidê koça masiyan.
Rêwitiya mesiyan 90 rojî didome. Di vê maweya xerzdanînê de girtina masiyan tê qedexekirin.
Erkan Tunçê ku li navçeya Bêgiriyê li ser Çemê Bendamahiyê rêwîtiya masiyan temaşe dikir û her kes dewet kir ku biçin koça masiyan temaşe bikin.