Awad Rjoob,Hamdi Yıldız
27 Sibat 2024•Rojanekirin: 27 Sibat 2024
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas îstifaya ku ji hêla Serokwezîr Mihemed Îştiyye va hat pêşkêşîkirin qebûl kir.
Li gor ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, Ebbas li Ramallahê bi Îştiyye ra hat bal hev.
Ebbas îstifaya hikûmetê qebûl kir û ji Îştiyye û wezîrên kabîneyê xwest ku heta avakirina hikûmeta nû temam bibe bila ew xebatên xwe wek "hikûmeta demkî" bidomînin.
Serokwezîrê Filistînê Mihemed Îştiyye di civîna heftane ya kabîneyê ya ku îro li bajarê Ramallahê yê Şerîeya Rojavayê hat lidarxistin da daxuyandibû ku wî îstifaya xwe pêşkêşî Ebbas kiriye.
Îştiyye gotibû ev biryar di bin siya êrîşên tund ên nedîtî yên dijî doza Filistînê û rejîma wan a siyasî da hatiye dayîn.
Îştiye anîbû ziman ku gelê Filistînê li hemberî birçîbûnê, bi darê zorê koçkirinê û sûcên wek qirkirinê li ber xwe dide ku ev biryar di nav rewşeke wiha da hatiye dayîn.