Muhittin Sandıkçı,Seyit Ahmet Eksik
19 Sibat 2023•Rojanekirin: 20 Sibat 2023
Tirkmenên Iraqê li Meletiya ku erdhejên navend Meraş tesîr lê kir, piştgiriyê didin xebatan da ku kul û birînên erdhejzedeyan bipêçin.
Komek Tirkmenên ji pîşeyên cuda yên wekî neqliyevan û aşpêj, bi metbexa mobîl a li Meletiyê vekirin va rojane xwarinê didin 6 hezar kesî û her wisa alîkariya kinc û solan didin erdhejzedeyan.
Neqliyevanê Tirkmen Murat Koprulu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew timî li cem Tirkiyeyê ne.
Koprulu destnîşan kir, ew xebata têkildarî Stenbol-Kerkûkê dimeşînin û wiha dewam kir, "Em hatin da ku rojane ji bo 500 kesî şorbe çêkin û belav bikin. Di demeke kurt da veguherî aşxaneyê. Em rojane ji bo bi qasî 6 hezar kesî xwarinê çêdikin û belav dikin. Roj bi roj piştgiriyên nû tên."
Koprulu got ku ew li Meletiyê 9 kes li qadê dixebitin û bi tevahî jî ew 15 kes in û wiha dewam kir, "Em ê hefteya din kampanyayeke nû bidin destpêkirin. Em dixwazin 300-400 konteynerên di navbera Stenbol-Kerkûkê da kom bikin û bigihînin van deran. Me têkilî bi AFAD û Heyva Sor ra danî. Em dixwazin kampanyayê bidin destpêkirin û herî kêm 2000-3000 kesî bigihînin rihetiyê."
Koprulu diyar kir, Tirkiyeyê felaketeke pir mezin derbas kir û wiha got, "Birayên me yên Tirkmen ji bo Tirkiyeyê çi ji destê wan tê dikin. Ez şahidê vê me, ez li vir im dibînim. Alîkariyan digihînin vir."