Büşra Selvi Öğütcen
19 Sibat 2023•Rojanekirin: 20 Sibat 2023
Wezîrên Karên derva yên welatên G7ê ji ber erdhejên navend Meraş sersaxî dan Tirkiyeyê.
Wezîrên karên derva yên G7ê di marja Konferansa Ewlehiyê ya Munîjê ya 59emîn da hatin bal hev.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hayaşî Yoşîmasayê Wezîrê Karên Derva yê Japonyaya ku Serokê Heyamê ya 2023yan a G7ê ye der barê civînê da da hat gotin ku endamên G7ê sersaxiyê didin gelê Tirkiye û Sûriyeyê ya ku erdhejên navend Meraş in tesîr lê kirin û hat diyarkirin ku ji bo pêbawer bibin ku alîkariya mirovî, midaxeleya qeyranê û teknikî ya hewcehî pê heye bi serbestî tê pêkanîn pêbawer bin bi hevkarên xwe ra dixebitin.
Di daxuyaniyê da girîngiya tam tetbîqkirina biryara berfirehkirina gihaştina mirovî ya bakurê rojavayê Sûriyeyê hat destnîşankirin.