18 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2019
Serokê Serokê Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê (KKSS) Ebdulezîz Temo di paneleke li Washîngtonê hat lidarxistin da got: "Li Sûriyeyê YPG an jî PYD tune, bi tenê PKK heye. Em dixwazin li ser axa xwe, li Sûriyeyê azad bijîn, ne wek ku PKK dixwaze."
Weqfa Mîratê ya Tirkiyeyê li Washîngtonê bi navê "Li Sûriyeyê Şer: Nêrîna Kurdan" panelek li dar xist.
Endamê Partiya Yekîtiyê Ebdulah Kedo, Serokê Serokê Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê Ebdulezîz Temo, aktîvîstê Sûriyeyê Faruk Bîlal û endamê Konseya Sûriye-Amerîkayê Shlamo Bolts beşdarî panelê bûn û axivîn.
- "Li Sûriyeyê YPG an jî PYD tune, bi tenê PKK heye"
Ebdulezîz Temo got li Sûriyeyê sedema terorê rejima Beşar Esed e û wiha axivî: "Raya giştî ya navneteweyî ji serî pê va ev qeyran çareser nekir. Ji bo Îranê rê vebû, milîtanên wê ketin Sûriyeyê. Îro Sûriye wek bajarekî Îranê ye. Berdêla wê jî bi milyonan Sûriyeyî didin. Li Sûriyeyê YPG an jî PYD tune, bi tenê PKK heye. Em dixwazin li ser axa xwe, li Sûriyeyê azad bijîn, ne wek ku PKK dixwaze. Niha bi hezaran milîtanên YPG/PKKyî yên ne ji Sûriyeyê hene. Ew dijminên Kurdên Sûriyeyê û dijminê Tirkiyeyê ne. Heqê Tirkiyeyê heye ku sînorên xwe biparêze. Heke li Sûriyeyê herêmeke biewle çêbibe, divê ev ji bo penaberên Sûriyeyî be. Divê li vir endamên terorê tunebin."
- "Ev rêxistin Kurdên mesum dike hedef"
Ebdulah Kedoyê Endamê Partiya Yekîtiyê jî got YPG/PKK û rejima Beşar Esed li hev kirine û ji ber vê rêxistinê birehetî gelek bajar hildaye destê xwe û wiha axivî: "Karê wanê ewil rawestandina xwepêşanên aştiyane bû. Yên digotin "Bila Esed here" dane kerkirin. Mirov kuştin, hinek revandin an jî avêtin hepsê. Ev rêxistin Kurdên mesum dike hedef. Kesên hê zarok in birin eskeriyê, jê gelek bi zorê revandin û kirin esker. Divê em peymana di navbera YPG/PKK û rejimê da baş bizanibin."
- "Milîtanên PKKyê divê wir biterikînin"
Faruk Bîlal jî anî ziman bi piştgiriya rejima Esed gelek milîtanên PKKyê yên li Qendîlê hatin Sûriyeyê û li ser Kurdan zexteke mezin kirin û wiha pê da çû: "Amerîka divê ewil bi awayekî dilsoz bi kesên ji herêmê ne ra bixebite. Milîtanên PKKyê divê wir biterikînin. Obama destûr da rejima Esed ku ew mixalifên Sûriyeyî ji holê rake. Ev şaşiya Amerîkayê bû."
- "Rejim îro li hin herêman DEAŞê diparêze"
Shlomo Bolts jî got piştgiriya Amerîkayê ya dide YPG/PKKyê dibe sedema rageşiyê û wiha dewam kir: "Rêvebiriya Trump divê li ser têkiliya di navbera YPG û rejima Esed da kûr bifikire. Rejim îro li hin herêman DEAŞê diparêze. Divê ev mijar li Washîngtonê zêdetir bê axaftin."