Koçberên ku ji bo heywanên xwe xwedî bikin her demsalê koçî cihêkê din dikin, bi panelên tavê ve jiyana xwe hêsan dikin.
Teknolojî gelekî pêş ket lê belê koçber jiyana xwe bi rêyên kevneşopîyê ve jiyana xwe didomînin. Di van salên dawiyê de koçber heba wan bi 2 hezar lîreyî panelên tavê dikirin û bişev lambeyên konên xwe vêdixin û televizyonê temaşe dikin. Koçber bi panelan têlefonên xwe jî şarj dikin.
Koçberan diyar kirin ku panelên tavê karên wan zehf hêsan kirin û di koçberiyê de îmkeneke baş dan wan û ji ber vê yekê jî gelekî kêfxweş bûn.
Tahir canarê ku li herêmê heywandariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber ku li gund û bajaran najîn nikarin ji gelek îmkanan îstifade bikin.
Canar diyar kir ku ev 3 sal e haya wan ji panelên tavê heye û biryar dan ku bikirin. Canar der barê hêsaniya ku bi dest xistin jî wiha got: "kelecaniyeke bêterîf e."
Canar destnîşan kir ku her tim kêmasiya ceyranê didîtin û wiha axivî: "Me bi îmkanên xwe ve panêl kirîn. Em bi panelan ve televizyonê temaşa dikin û lambeyên konên xwe vêdixin. Ya herî girîng jî em têlefonên xwe şarj dikin."