Halil İbrahim Sincar
08 Îlon 2026•Rojanekirin: 08 Îlon 2026
Li Artukluya navçeya Mêrdînê minîbusek welgeriya, 13 xwendekar birîndar bûn.
Minîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 47 AET 130 ye, ya ku xwendekarên klubeke basketbolê ya taybet a li navçeya Nisêbînê tê da bûn li ser rêya Artuklu-Nisêbînê, li Taxa Çayirpinarê welgeriya.
Li ser cawdayînê polês, cendirme, ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da Z.Î. (11), A.A. (12), S.D. (14), R.A. (12), M.D. (11), R.H. (10), H.Ç. (12), L.V. (12), N.O. (12), S.A. (12), A.A. (12), Z.H.T. (15) û S.A. (18) birîndar bûn.
Ekîban birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Hat ragihandin ku rewşa xwendekaran ne giran e.