Rauf Maltaş
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Li Şanliurfaya ku li Tirkiyeyê di nava bajarên herî germ da ye, germa zêde tengasiyê dide kişandin.
Li bajêr germa hewayê li gorî şert û mercên demsalê zêde ye, ji ber germê kuçe û kolan xalî ne, welatî heta mecbûr nemînin, dernakevin derva.
Li Kampusa Gola Masiyan a Dîrokî ku ji navendên girîng ên turîzmê ye jî welatî ji germê direvin û xwe davêjin binê siha dar û beran.
Kesên ku ji germê direvin, wextê xwe di binê siha darên parkan û li qadên hênik derbas dikin.