Lîga Superê liv û tevger da geştiyariya Diyarbekirê
Nûnertiya Amed Sportif Faaliyetlerê ya di Lîga Superê ya Trendyolê da ku piştî navbera 16 salan çêbû, lez da geştiyariya bajêr.
Ahmet Kaplan
18 Îlon 2026•Rojanekirin: 18 Îlon 2026
DIYARBAKıR
Nûnertiya Amed Sportif Faaliyetlerê ya di Lîga Superê ya Trendyolê da ku piştî navbera 16 salan çêbû, lez da geştiyariya bajêr.
Tevî balkişandina li ser Diyarbekira bajarê şaristaniyan ku bi mekanên xwe yên dîrokî û geştiyarî bi taybetî di bihar û payizê da dibe cihê serdana geştiyarên xwemalî û biyanî, bi kelecana Lîga Superê ra geştiyariya maçê jî li vê eleqeyê zêde bû.
Li Diyarbekirê ku di vê demsala salê da mekanên dîrokî û çandî yên wekî bedena dîrokî yên ku di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê da cih digirin, Kompleksa Muzexaneyê ya Navkelehê, Mizgefta Mezin, Pira Dehderî, Dêra Dayê Meryem a Suryanî, Dêra Surp Giragos a Ermenî û Xana Hesenpaşayê rastî lehiya geştiyaran tên, di dawiya heftiyan da ku maçên tîma Amed Sportif Faaliyetlerê yên li malê tên lîstin, bi alîgirên ji parêzgehên herêmê û ji dervayî welat tên ra qerebalixiya geştiyariyê zêde dibe.
Bajar beriya maça ku tîma kesk û sor a ku dê di 20ê Îlonê roja yekşemê da mazûvaniya Beşiktaşê bike, ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe amade ye.
Serokê Desteya Nûnertiya Herêma Mezopotamyayê ya TURSABê Serdar Baturay ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku li Diyarbekirê û herêmê rojane zêdebûna qerebalixiya geştiyaran çêdibe.
Baturay anî ziman ku geştiyaran heta îro herêm di çarçoveya geştiyariya gastronomî, çand, bawerî û siruştê da tercih dikirin û diyar kir ku piştî Amed Sportif Faaliyetler derket Lîga Superê, geştiyariya werzişê jî li vê eleqeyê zêde bû.
Baturay got: "Ev jî gelekî baş bû, geştiyariya me cihêreng kir. Amedsporê lezeke gelekî mezin da geştiyariyê, hejmara me ya vegirtinê zêde kir. Vê yekê rasterast û nerasterast bandor li hîsedarên geştiyariyê yên wekî esnaf, acenteyên geştê û xwaringehan kir. Rûyê her kesî dikene. Mêrdîn, Şirnex, Batman, Wan û Tetwana navçeya Bedlîsê dixwazin tûrên maçê bikin. Ger bilêta maçê peyda bibe, acenteyên me dê bi tenê ji parêzgehên derdorê belkî di hefteyê da bi 5-10 hezar kesî tûrên maçê bikin. Ji ber ku daxwazeke mezin heye û qebareya yarîgehê têrê nake û bidestxistina bilêtê gelekî zor e."
Baturay diyar kir alîgirên ku li dervayî welat dijîn jî eleqeyeke mezin nîşanî maçên ku li malê tên lîstin didin û wiha axivî: "Balafirên ku par bi tijîbûneke ji sedî 50-60î dihatin, di heman dema vê salê da di demên ku li hefteyên maçê rast tên da gihiştine tijîbûneke ji sedî 100ê. Ev jî feydeya Amedsporê ya ji bo geştiyariya bajêr e. Ji dervayî welat ji bo maça Trabzonsporê jî mêvanên me hatin. Ev rewş dê bi qasî ku me xeyal nedikir mezin bibe. 300-500 kes hene ku dê ji dervayî welat ji bo temaşekirina maça Beşiktaşê bên."
- "Ez rojane 5 kîlogram ceger difiroşim, lê di rojên maçê da ez 50 kîlogramî difiroşim"
Karsaz Haci Ali Bekmezê ku firotina kebaba cergê dike diyar kir ku derketina Amed Sportif Faaliyetlerê ya Lîga Superê rengekî cuda da bajêr.
Bekmez anî ziman ku eleqeya alîgiran bi kêrî esnafan jî tê û got: "Heyecana Lîga Superê ji bo Diyarbekirê gelekî baş bû, hewaya Diyarbekirê guherî. Ji Mêrdînê, Sêrtê, parêzgehên derdorê û ji her derê tên vir. Her kes mêvanê me ye. Ez rojane 5 kîlogram ceger difiroşim, lê di rojên maçê da ez 50 kîlogramî difiroşim."
Bekmez behs kir ku beriya maça Amed Sportif Faaliyetler-Beşiktaşê ku dê roja yekşemê bê lîstin amadekariyên xwe temam kirine û wiha got: "Em li benda tîma Beşiktaşê û alîgiran in. Em ê mêvanperweriya xwe nîşan bidin. Bi îzna Xwedê em ê maçê jî bistînin."