Piştî ku berf rabû li Wanê êdî pez li erdê hêşîn diçêre
Li Wanê ku îsal zivistaneke dijwar yên salên dawî lê hebû, piştî ku berf rabû êdî pez li erdê hêşîn diçêre.
Yılmaz Kazandioğlu, Necmettin Karaca
01 Gulan 2026•Rojanekirin: 01 Gulan 2026
photo: Necmettin Karaca / AA
Türkiye, Van
Li bajarê ku di warê hejmara pêz da di rêza yekem da ye, piştî zivistaneke dirêj û bibaran, ji ber ku germahiya hewayê zêde bûye, berf heliyaye û çêreyê ajero daye û hêşîn bûye.
Welatiyên ku pez û dewarên xwe 5 mehan di gom û tewleyan da xwedî kirin, piştî zivistaneke dirêj heywanên xwe berdan çolê.
Heywandarên li çêregehên keskê ku ji ber baranê ava kanî û çeman gur bûye, pezê xwe diçêrînin.
Li navçeya Başkaleyê ku navendeke girîng ya pêz e, li mêrg û çîmenên li devera gundê Yavuzlarê yê ku bi çemên xwe yên bi fetlok tê nasîn, nêzîkî 10 hezar serî pêz heye.
Şivan di nava çem, çavkanî û çêregehan da pezê xwe diçêrînin.
Wêne : Özkan Bilgin/AA
Xwediyê pêz Tunç Alkan ji nûçegihanê AAyê ra got ku bi germbûna hewayê ra xweza zindî dibe û çêre hêşîn û xweş dibe.
Wêne : Özkan Bilgin/AA
Şivan Azat Aytekîn diyar kir ku zivistan hem dijwar û hem jî sar bû û got, "Erdên me tijî keriyên pez in. Her kes heywanên xwe diçêrîne. Em ê heta 10ê Gulanê emê heywanên xwe li vir biçêrînin û dû ra em ê ber bi deverên bilind va biçin."
Şerafettîn Tugalê mixtarê gundê Çelebîbaxiya gundê navçeya Erdîşê jî diyar kir ku erdê herêmê îsal bi barana zêde xweş bûye.