Mesut Varol
16 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2021
Li Tûşbaya navçeya Wanê Çetîn Atirakê ku ji qismekî bedena xwe mehrûm e bi motosiklêta xwe ya qase pê va ye kuçe bi kuçe digere, ji nav çopê bermayiyên veguherîna wan mimkûn e berhev dike, difiroşe û pê debara mala xwe dike û 5 zarokên xwe dide xwendin.
Atirakê 41 salî yê li Taxa Altintepeyê rûdinê ji bo debara mala xwe bike 28 sal e ji çopan plastîk, hesin û kaxizan berhev dike.
Ew her roj piştî roj diçe ava bi kurê xwe Vedat Atirakê 15 salî ra dest bi kar dike û bi motosiklêta qase pê va kuçe bi kuçeyê navçeyê digerin û li konteynirên çopan mêze dikin.
Heta derengiya şevê hesin, plastîk, kaxiz û bermayiyên bi kêr tên berhev dikin û tînin li baxçeyê mala xwe û paşê yek bi yek wan ji hev vediqetînin.
Atirak di sala 2016an da dema ji xwe ra dîsa ev kar dikir wesayîtekê lê xist reviya û çoka wî digel sê emeliyatan seqet ma. Ew digel vî halî ji bo debara mala xwe dixebite.
Bavê fedakar serê şeveqê bi nimêja sibehê ra tevlî zarokên xwe radibe û piştî taştê wan dişîne dibistanê û keça xwe Eylem a diçe pole yekemîn a lîseyê jî bi motora xwe dibe û datîne Lîseya Sporê ya 10 kîlomtre dûrî wan e.
Bavê ku ji bo zarokên xwe hewl dide ji bo gelek kesan mînak e û nas û dostên wî jî ji ber vê hewlê ewî pîroz dikin.