Kemal Özdemir
21 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2023
Li Erzincanê ji bo ku gûzên Kemahê yên ku tehmê didin gelek xwarinên herêmî îşareta erdnîgariyê hildin xebat dewam dikin.
Gûzên Kemahê bi rûn in, qalikê wan zirav e û tehma wan jî pir xweş e.

Di sala 2015yan da li ser erdekî 1975 dekarî dihat hilberîn, lê bi piştigiriya Wezareya Çandinî û Daristanan hilberîna wan gihîşt 6 hezar dekarî.
Niha ji bo ku ew tescila erdnîgariyê hildin bi serkêşiya Midûriya Bajêr ya Çandinî û Daristanan xebat tên kirin.

Midûrê Bajêr ya Çandinî û Daristanan Murat Şahîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi salane li Kemahê çandiniya gûzan tê kirin.
Şahîn got ji bo tescîlê wan serî lê daye û wiha axivî: "Di salên dawîn da bi saya xebat û cotkarên me hilberîna gûzan 3 qat zêde bû. Taybetmendiya herî girîng ew e ku ew bê tescîlkirin. Midûriya me ya navçeyê ya Kemahê ji bo tescîlkirinê serî lê da."