Kemal Karadağ
21 Tebax 2023•Rojanekirin: 22 Tebax 2023
Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand, di çarçoveya tevgera Bêbermahî û Şîn ku di 2018an da dan destpêkirin da xebatên ser Gola Wanê dewam dikin û bi xebata paqijkirina heriya binê golê da 1,2 milyon metrekab herî hat paqijkirin.
Emîne Erdoganê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, di çarçoveya tevgera Bêbermahî û Şîn ku di 2018an da dan destpêkirin da, di Gola Wanê da xebat dewam dikin.
Emîne Erdoganê destnîşan kir, piştî vebûna tesîsa daweribandina biyolojîk a pêşketî ku li herêmê ji veberhênanên herî giring yek e, Gola Wanê hat paqijkirin û wiha dewam kir:
"Ji aliyê din va bi xebatên paqijkirina heriya binê golê, heta niha 1,2 milyon metrekab herî hat paqijkirin. Heriya ku ji golê hat derxistin, tê analîzkirin. Heke ev herî kêrhatî be wê li park û baxçeyan were rokirin û nirxandin. Şaredariyên me yên navçeyê yên li herêmê û welatî bêguman piştgiriyê didin pêvajoyê û ev piştgiriya wan pir giring e. Ez bawer dikim ku em ê mil bidin hev û çavkaniyên xwe yên siruştî biparêzin."