Ahmet Dengeşik
22 Tebax 2023•Rojanekirin: 25 Tebax 2023
Li Gênca navçeya Bîngolê gundparêzan leglega birîndar dîtin û teslimî ekîbên Midûriyeta Şaxa Bîngolê ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê kirin.
Li texma gundê Tarlabaşiyê gundparêzan leglegeke birîndar dîtin û agahî dan ekîbên Midûriyeta Şaxa Bîngolê ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê.
Ekîban legleg hildan parastinê û piştî hat dermankirin wê berdin çolê.