Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Talha Koca, Sidar Can Eren, Muhammed Onur Yavrutürk, Günay Nuh
25 Mijdar 2026•Rojanekirin: 25 Mijdar 2026
Li Erzirom, Qers, Tuncelî û Erdexanê berf barî.
Li Erziromê bi şev ewil barana gur barî û bayekî xurt çêbû, paşê jî berfê dest pê kir.
Ji ber berfa ku heta destê sibê barî kuçe û kolan spî bûn, şofêr û peyayan zehmetî kişand.
Ekîbên şaredariyê berfa li ser peyarêyan paqij kirin.
Ji ber berfê Medreseya Yaqutiyeyê ya dîrokî, Medreseya Cotminare, Keleha Erziromê, Sê Kumbet, birca saetê ya ku minareya wê dişibe tepsiyê û derdora wan bi berfê spî bûn.
Dîmenên avahiyên dîrokî û navenda bajêr yên ku bi berfê nixumîne, bi dronê hatin kişandin.
- Qers
Li navenda Qersê piştî berfê serma çêbû.
Li navçeya Sariqamîşê piştî berfa ku bi şev dest pê kir rê, wesayît û daristanên sariçamê çîlspî bûn.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê di etaba 2yemîn da berfa li ser pîstan gihîşt 10 santîmêtroyan.
Xwendekar di rêyên ku bi berfê nixûmîne da çûn dibistanên xwe, wesayît jî bi baldarî çûn û hatin.
Dîmenên navenda xweşiqitandinê û daristanên sariçamê bi dronê hatin kişandin.
- Tuncelî
Li Ovacik û Pulumura navçeyên Tunceliyê jî li deverên bilind berf barî.
Piştî berfê serê çiyayê Munzurê ku 3 hezar mêtro ye, çiyayên Mercan, Bûyer, Hel û Bagirê bi berfê nixûmîn.
Çiyayên biberf ên ku bi rengên payîzê va bûn yek, dîmenên xweş derxistin holê.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berfa ku destê sibê barî û di vê demsalê da berfa herî zêde ye, bajêr çîlspî kir.
Berfa ku bi şev piştî kêmbûna germahiya hewayê dest pê kir, serê sibê zêde barî.
Piştî berfê kuçe, kolan, peyarê, wesayîtên sekinîne û dar bi berfê nixûmîn.
Berfa li ser rê û peyarêyan tê paqijkirin.
Ji ber ku qeşa çêbû, qezayên trafîkê jî çêbûn.