Serdar Adıyaman
21 Îlon 2024•Rojanekirin: 22 Îlon 2024
Li Xelata navçeya Bidlîsê barana gur bû sedema lehiyan.
Barana gur a ku destê sibehê li navçeyê lê kir, ber bi nîvro bandora xwe zêde kir.
Li gelek taxan ji ber lehiyan avê da ser xanî û kargehan, li gelek kolan û kuçeyan herî û golên avê çêbûn.
Ekîbên şaredariyê ji bo valakirina avê û paqijjkirina heriyê, şûştina kolanan dest bi kar kirin.