Zafer Tayfur
21 Îlon 2024•Rojanekirin: 22 Îlon 2024
Li Başkaleya navçeya Wanê piştî baranê lehî rabû.
Barana gurr a ku li navçeyê bi bandor bû, li taxa gundewar a Omerdagiyê ku bi qasî 50 kîlometroyan dûrî navçeyê ye, bû sedema lehiyê.
Lehiya ku piştî barana ku ji nişkê va bariya rabû, konteynerên vala yên ku piştî erdheja sala 2020an danîbûn taxê, li ber xwe birin.
Di dîmenên ku bi kamêraya telefona mobîl hatin tomarkirin da avê girt ser hinek malan û werdên çandiniyê.
Li navçeyê ekîbên şardariyê ji bo texliyekirina avê û heriyê destbikar bûn.