Günay Nuh
24 Hezîran 2023•Rojanekirin: 25 Hezîran 2023
Li Erdexanê baran û teyrok barî.
Li Erdexanê baran barî û navbera Erdexan û Artvînê jî ji ber teyrokê sipî bû. Li bajêr bi taybetî li texma Sahar û Bilbilanê bareneke gur lê kir.
Alîkarê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Erdexanê Turgay Şîşman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê di rojên dawîn da baran dibare û cî bi cî jî teyrok lê dike.
Gulşen Koksala ji Erdexanê diçû Artvînê diyar kir ku li texma Saharê ji ber teyrokê erd sipî bûye.