Bülent Mavzer
24 Hezîran 2023•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2023
Li Îdirê rûspiyan 3 eşîrên ku 3 sal e neyar bûn li hev anîn.
Heyeta Federasyona Eşîrên Qedîm ji bo eşîrên Birûkî, Redkî û Omkiyên di sala 2020î ji ber pevçûnê neyar bûn li hev bîne navbynkarî kir.
Piştî navbeynkariyê ji bo eşîrên neyar li hev bînin li Taxa Karaagacê çadir vegirtin.
Endamên eşîran yên ku bi rûspiyan ra hatin bal hev piştî xwendina Qur'anê bi destê hev girtin.
Serokê Îdirê yê Federasyona Eşîrên Qedîm Ferhat Armagan destnîşan kir ku Misilmantî şer naxwaze aştiyê dixwaze.
Ferhat Armagan bal kişand ser bûyera li Bismila navçeya Diyarbekirê ku ji ber pevçûna li ser erazî 9 kes hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn û wiha axivî, "Em hemû ji ber vê bûyerê xemgîn bûn. Vê bûyerê cardin nîşan da ku divê meriv guh bide gotinên rûspiyan."