Cüneyt Çelik,Emin Ferhat Sevilir,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Fatih Çekim
06 Sibat 2025•Rojanekirin: 09 Sibat 2025
Li Erzincan, Qers, Erdexan û Agiriyê berfê navenda bajaran spî kir.
Li navenda bajarê Erzincanê piştî barîna berfê, welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe, ekîbên şaredariyê jî berfa li ser rê û peyarêyan paqij kir.
Li cihên bilind barîna berfê zêde kiriye û ji bo ku di rêbejaya Erzincan-Sêwas û Erzincan-Gumuşhaneyê da çûn û hatin raneweste, ekîb xebatên xwe didomînin.
Wesayîtên girantonaj ên di rê da man jî bi xebata ekîban bo cihên ewle hatin veguhestin.
Li deverê xebata ekîban a berfverotin û rêxwêkirinê didome.
Ji aliyekî din va ekîbên polêsan jî welatiyên ji guzergehê ra derbas dibin, hişyarî kirin ku baldar bin.
- Qers
Li Qersê berfa ku bi şev dest pê kir û bi navber dewam kir, navenda bajêr jinûva spîçîl kir.
Di rêbejaya Qers-Dîgorê da ji ber berf û bagerê ajokaran zehmetî kişand. Ji ber kêmbûna mesafeya dîtinê, ajokaran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Li navçeya Sariqamîşê berf û bagerê ji bi şev da tesîra xwe bi navber domand. Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe û ya li ber mal û kargehên xwe avêt.
Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê û yên rêbejayê jî xebata berfverotin û rêxwêkirinê da destpêkirin.
- Erdexan û Agirî
Li Erdexanê jî berfa ku barî, erd spî kir. Li cihên bilind jî cihan cihan bû bager û erd qerimî.
Li Bazîda navçeya Agiriyê jî bi barîna berfê ra kuçe û kolan jinûva spîçîl bûn.