İbrahim Yaldız
06 Sibat 2025•Rojanekirin: 11 Sibat 2025
Li Mûşê kundê birîndar ê li hewşa Midûriyeta Parêzgehê ya Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) hat dîtin, tê tedawîkirin.
Personelê ku li hewşa midûriyetê çivîkê birîndar dît, agahî da ekîbên Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Mûşê.
Ekîbên hatin hewşa midûriyetê, kund bir da ku tedawî bikin.
Midûrê VEDAŞê yê Parêzgehê Suat Coşar ji rojnamegeran ra diyar kir ku personelekî li hewşê, çivîkê birîndar dît û wan çivîk hilda bin parastinê.
Coşar destnîşan kir ku ji bo tedawîkirinê wan agahî da ekîban û ekîb jî dê piştî tedawîkirinê, çivîkê cardin berdin jîngeha wan a xwezayî.