Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Sidar Can Eren,Yunus Hocaoğlu
01 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2022
Li Erzirom, Qers û Tunceliyê park, kuçe û kolan bi berfê çîl û sipî bûn.
Li Erziromê germahiya hewayê daket 3 pileyên binê sifirê, berfa ber destê sibê dest bi barînê kir bi navber dewam dike.
Li ser xanî û wesayîtên parkkirî, kuçe, kolan û park bi berfê çîl û sipî bûn.
Ekîbên rêbejayê û Şaredariya Bajarê Mezin berfê paqij dikin û xoyê li rêyan direşînin.
- Qers
Li Qersê berfa ber destê sibê dest bi barînê kir bi navber dewam dike.
Ji ber sermayê li banê xaniyan çembelîk çêbûn.
Li bajêr germahiya hewayê daket 20 pileyên binê sifirê, li Sariqamîşa navçe camên avahî û wesayîtan qeşa girt.
Welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
- Tuncelî
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê jî berf dibare.
Gelê navçeyê berfa li pêşiya xanî û dikanên xwe paqij kir.
Berfa Ovacix çîl û sipî kir hin caran tesîra xwe zêde dike.