Serhat Zafer
02 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2022
Li Sêwasê ji ber barîna berfê rêya 68 gundan hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, li bajêr ji ber barîna berfê ya ku tesîra wê didome, rêya 68 gundan hat girtin.
Ji bo vekirina rêyên girtî, 140 personel bi 32 greyder, 22 barbir, 6 dozer, 7 kamyonên bi kêra berfê, 26 kamyonên servîsê va xebatan didomînin.