Ali Rıza Akkır
17 Gulan 2026•Rojanekirin: 17 Gulan 2026
Li Taxa Taşyakayê li tanga Delîktaşê ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, agir bi daristanê ket.
Li ser îxbarê, ji Midûriyeta Daristanê ya Herêma Muglayê helîkopterek û 3 arazoz û her wiha karkerên temirandina agir, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê jî ekîbên îtfaiyeyê hatin sewqkirin.
Bi midaxeleya ekîban şewat di kurtedemekê da hat temirandin.
Li herêmê xebatên sarkirina kûziyên agir berdewam e.