Sayim Harmancı
28 Nîsan 2024•Rojanekirin: 03 Gulan 2024
HAKKARÎ (AA) - Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê guldexwînên ku bi awayekî siruştî şîn dibin balê dikşînin.
Li navçeya ku demsala zivistanê lê dijwar derbas dibe ji ber ku êdî berf heliya, zevî hêşîn bûn û guldexwînan vekir.
Guldexwînên sor û tûtik mizgîniya biharê didin û emrê wan qasî 20 rojan e.
Kesên dixwazin guldexwînan bibînin diçin gundê Yurekliyê û wêneyên wan qeyd dikin.
Şivan Ulaşê ji Diyarbekirê yê bi hevalên xwe ra duçerxweyê diajot ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew cara ewil e guldexwînan li cihê ku vekirine dibîne û wiha axivî: "Ev der cihên wisan e ku divê her kesê ku tê Yuksekovayê van deran bibîne. Guldexwîn kulîlkek pir xweşik e. Rengê li herêmê zêde dike. Dema em ji vir derbas dibûn me wêneyên kulîlkan qeyd kir."