Mesut Varol
20 Îlon 2023•Rojanekirin: 21 Îlon 2023
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê hirçê ku bi birîndarî hat dîtin, li Wanê tê dermankirin.
Hirça birîndar a ku ekîbên Vangolu AŞyê yên ji bo midaxeleyî erîzeya elektrîkê çûbûn Geliyê Kazanê, li keviya rê birîndar dîtibûn, ji aliyê Rêveberiya Şaxa Parkên Millî û Parastina Siruştê ve bo Wanê hat veguhastin.
Hirça ku li Navenda Rehabîlîtasyon û Parastina Ajelên Kovî ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê miayene wê hat kirin, tesbît bû ku her du lingên wê yên paşî felç in.
Pêvajoya dermankirina hirçê li navenda navborî berdewam e.