İbrahim Özcan
17 Adar 2023•Rojanekirin: 18 Adar 2023
Li Kilîsê banê ciyê ku wek depo dihat emilandin tep bû û kesê di binî da ma, mir.
Li gor agahiyên hat hildan Yusuf Harmanciyê (45) li gundê Saatliyê paletî dikir ket hundirê ciyê wek depo dihat emilandin.
Di vê navberê da banê ji betonê yê wê derê tep bû û Harmanci di bin kavilên wê da ma. Ekîbên AFAD û cendirme hatin gund û Harmanci ji bin kavil derxistin lê wî can dabû.
Cesedê Harmanci birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşca ya Kilîsê.