Haydar Şahin
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 19 Gulan 2017
VAN
Li Wana ku wek "Mircana Rojhilatê Anadoluyê" tê zanîn Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên 3 navçeyan ji bo ku welatî lê îstirehet bikin û bigerin giranî dan ser projeyên çêkirina park û bestên hêşinahiyê.
Şaredariyên ku Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya Biryarnameya Hikmê Qanûnê (BHQ) da lê wezîfedarî kiribûn ji bo pêkanîna xizmetên ku tam nehatine kirin û projeyên ku nehatine çêkirin gavên girîng diavêjin.
Şaredarî di mijarên civakî da jî ji bo ku ji welatiyan ra bestên bi hizûr û ferah ava bikin xebatên xwe didomînin, bi piştgiriya şaredariyên li rojavayê welêt ên destebirak va xwe amade dikin ku projeyên rastên hêşin ji bo welatiyan çêkin û bigihînin havînê.
- Şaredariya Bajarê Mezin ji bo parkan 58 milyon lire bûdçe veqetand
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku hewcedariya bi parkan a welatiyan bibîne projeyan amade dike û ji bo van xebatan jî 58 milyon lire pere veqetand.
Şaredarî plan dike ku 38 hezar qeremêtre erdê li Taxa Mollaqasimê ya li perava Behra Wanê bi milyonek û 200 hezar lireyî va vegerîne seyrangehê. Şaredariyê 83 hezar qeremêtre erdê şantiyeya asfaltê jî ji bo çêkirina parka bajêr bi kar bîne.
Şaredarî dîsa plan dike ku bi 30 milyon lireyî va Projeya Banda Peravê çêbike, li taxên Çaldiran û Muradiyeyê jî bi 3 milyon lireyî va 2 parkên mezin ava bike.
Şaredariya Bajarê Mezin ew ê bi 4 milyon lireyî va tedîlata hemû parkên bajêr bike û kêmasiyan temam bike.