Halil İbrahim Sincar,Selahattin Erol
23 Adar 2026•Rojanekirin: 25 Adar 2026
Li Midyada navçeya Mêrdînê midîbusek welgeriya, 24 kes birîndar bûn.
Midîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 72 AAD 150 ye li ser rêya Midyad-Cizîrê, li Taxa Yayvantepeyê ji kontrolê derket û welgeriya.
Li ser cawdayînê cendirme, polês û ekîbên AFAD û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 24 kesên ku di midîbusê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.