Haydar Şahin
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
MUŞ
Di çarçoveya projeya "Temînkirina Makemozan" a ku bi destê Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariya ya Bajêr hat amadekirin da pêtek û makemoz li 40 kesî belav kirin.
Alî Ercan Tekgulê li Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê wezîfedar e diyar kir ku di çarçoveya projeyê da serê her yekî 4 pêtek, 10 ruşetên makemozan, qelema aşiyê û qefesa makemozan li 40 kesî belav kirin.
Tekgul diyar kir ku ji hêla nebat û kulîlkan va herêm zehf dewlemend e û mozvanên xwemalî û yên ku ji derva tên eleqeyeke mezin nîşanî vê derê didin û wiha axivî: "Bi taybetî Deşta Mûşê ji bo mozvanan herêmeke zehf girîng e. Armanca me ew e ku mozvanên me bi ber û bereket xebatên xwe bidomînin."
Serokê Yekîtiya Xwedîkirina Mozan a Mûşê Firat Pekbay jî got armanca wan ew e ku di salên pêşiya me da mozvan bi xwe ji xwe ra makemozan xwedî bikin.