28 Îlon 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
VAN
Mamosteyên ku li Dibistana Seretayî û Navîn a li Bogrupeka taxa Başqeleyê wezîfeyê dikin dîwarên xwendingeha ku ji 12 polan pêk tê boyax kirin.
18 mamosteyên ku li taxa Bogrupekê ya ku li sînorê Îranê ye û 85 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye wezîfeyê dikin ji bo ku xwendekar di şertên bi tendurist da perwerdeya xwe bibînin dîwarên hundir û derva yên xwendingehê boyax kirin.
Şule Aydina midûra xwendingehê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku mamosteyên ku xwestin xwendekar û mamoste di şert û mercên bi tendurist da perwerdeyê bidomînin dîwarên xwendingehê boyax kirin.
- "Xwendingeha me zehf kaw bû"
Aydinê got ku ji tu kesî alîkarî nestandin û xwendingeha xwe boyax kirin û wiha pê da çû:
"Di dema tetîlê da xwendingeh nehat boyaxkirin. Li ser lazimiyê me 200 kîlo boyax temîn kir. Me bi 18 mamosteyan va di nav 3 rojan da dîwarên hundir û derva yên xwendingehê boyax kirin. Li pêşiya xwendingehê xêzên lîstikê hatin xêzkirin. Roniyên kuçeyan hatin tezekirin. Çi kêmasiyên xwendingeha me hebûn me gişt temam kirin. Piştî boyaxkirinê xwendingeha me zehf kaw bû."
Aydinê got ku piştî boyaxkirinê hem mamoste hem jî xwendekar zehf kêfxweş bûn.