Sidar Can Eren
11 Îlon 2022•Rojanekirin: 18 Îlon 2022
Kesên ku ji bo betlaneyê çûne Ovacika navçeya Tunceliyê, li qeraxê Çemê Munzûrê ji xwe ra di çadiran da kamp dikin.
Li navçeya ku nêzî 7 hezar nifûsa wê heye û 1500 mêtre bilind e, bi xweşikahiyên xwe yên siruştî va mazûvaniya turîstên xwemalî û biyanî dike. Li navçeyê çar demsalan werzişên siruşt û avê tê kirin. Di salên dawîn da jî qadên kampa çadiran zêde bûn.
Kampên çadiran seba turîzmê girîng e û digel mêvanên ku ji bajarên derdorê tên, şêniyên herêmê jî eleqeyê nîşan didin.
Mêhvanên ku rojane an jî şevan dimînin, bi taybetî li qeraxê Çemê Munzûrê çadirên xwe vedigrin û tê da betlaneya xwe dikin.
Li ber ava ku wekî akvaryumê ye, ji bajêr dûr û di nava siruştê da mêvan pîknîka xwe dikin û di avê da avjeniyê dikin.
Hezjêkerê siruştê Ozan Turgut ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi rêk û pêk kamp dike û ji stresa bajêr direve.
Turgut daxuyand, di kampê da meriv wexta ku serê sibehê zû radibe, pir xweş e û wiha dewam kir, "Em li qeraxê Çemê Munzûrê çadirê vedigrin û diçin avjeniyê û paşê tên taştê dikin. Em ji xwe ra hamak çêdikin û tê da vedilezin. Piştî şîvê em agir dadidin û li ser kartolan diqelînin. Her wiha em stêrkan jî temaşe dikin."