Mehmet Niyazi Deniz
10 Îlon 2022•Rojanekirin: 13 Îlon 2022
Li Sêrtê mozvanan dest bi hilberîna propolîsê jî kirin ku wekî antîoksîdanên herî bihêz ên di xwezayê da tên zanîn. Bi hilberîna propolîsê va mozvan ji xwe ra dahateke di ber da bi dest dixin.


Li navçeya Perwariyê ya raqim 2 hezar a ku lê mozvanî karekî berbelav e, li zozanên Cevizlikê yên li navçeyên Çemîkare û Şêrwanê mozvan bi hûrbînî propolîsa ku moz çêdikin, berhev dikin.
Ji ber ku berhevkirina wê bi zehmet e, berê propolîsê zêde eleqe nedidît, lê van dawiyan bi zêdebûna telebê va mozvanan berê xwe da hilberîna vê berhemê jî.

Hasan Solayê 70 salî yê ku li Zozanê Cevizlikê ji bavê xwe fêrî pîşeyê bûye û 60 sal e pîşeyê didomîne, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku di ber hilberîna hingiv da ew propolîs jî hildiberînin û ji xwe ra dikin dahateke di ber da.
Sola bal kişand, ji ber ku li nexweşiyan tê, taleba ji bo propolîsê heye. Sola her wiha got ku propolîs mirovan ji nexweşiyan jî diparêze û wiha dewam kir:
"Taybetiyeke wê ye girîng a parastina laş heye. Moz van ji nebatên çolê hildiberîne û em jî wê di binê kewarê da kom dikin. Hemû hilberînerên hingiv, propolîsê kom nakin. Lewra karekî pir bi zehmet e. Em salewextê di 250 kewarî da bi navînî 5-6 kîlogram propolîs, 50-60 kîlogram polen û her wiha der dora 500 kîlo an jî tonekî da hingiv hildiberînin."

Hilberînerê hingiv Ethem Suna jî destnîşan kir, Zozanê Cevizlikê yê flora dewlemend, ji bo hilberîna hingiv û propolîsê guncav e.
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingiv ên Sêrtê Mehmet Nezîr Çetîn jî diyar kir, propolîsa ku di navbera mozvanan da wekî "şîrêza mozan" tê nirxandin, ji hêla mozan tê hilberîn da ku sterîlîzasyona petegên di kewarê da pêk were û her wiha peteg li hemberî tesîrên dereke werin parastin û wiha got, "Ji ber ku komkirina wê bi zehmet e, berê mozvanan zêde eleqe nîşan nedida. Lê ji ber ku teleb zêde bûye, mozvanan berê xwe da komkirina propolîsê jî."
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeya Şêrwanê Nedîm Aksoy jî diyar kir, mozvanên ku bi tenê ji hingiv dahata wan tê, bi hilberîna propolîsê va qezenca wan zêde bû.