Hüseyin Demirci, Özgen Beşli
25 Nîsan 2026•Rojanekirin: 25 Nîsan 2026
Li Qersê kulîlkên ku wekî mizgîna biharê têne zanîn, bi berfê hatin nixumandin.
Bi hatina biharê ra kulîlkên rengîn di xwezayê da şîn bûn, lê berfa ku duh li bajêr dest pê kir û bi navber berdewam kir, careke din xwezayê bi sipî pêça.
Berfîn, qalçîçek û kulîlkên din yên ku wekî mizgîna biharê têne zanîn, bi berfê hatin nixumandin.
Kulîlkên rengîn yên ku di nava berfa sipî da vedibûn dîmeneke xweşik afirandin.
Li navçeya Sariqamîşê jî wêneyên kulîlkên di bin berfê da mane hatin kişandin.