Önder Beyter
14 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê wêneyê kundê guhbel ê daristanê ku populasyona wê ber kêmbûnê diçe, hat kişandin.
Li navçeya Ovacikê ku mehên zivistanê zehmet derbas dibin, şertên giran ên hewayê ji bo ajel û candarên çolê jî jiyanê dijwar dike.
Kundê guhbel ê daristanê ku li navçeyê ji xwe ra bi zehmetî tiştekî xwarinê peyda dike û di jîngeha xwe ya xwezayî da bi piranî derdikeve nêçîra çûkên piçûk û mişkên zeviyan û goştê wan dixwe, nava rojê li Taxa Pulur a navendê li nêzîkî şêniyan hat dîtin.
Kundê ku xwe da ciyekî bilind û qederekê li hêviya nêçîrekî ma, dû ra pir da û çû.
Li gorî Lîsteya Sor a Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî, populasyona kundê guhbel ê daristanê ber kêmbûnê diçe. Herwiha peyamnêrê AAyê wêneyê vî cinsî kişand.
Pisporê çivîkan Senat Înak di daxuyaniya xwe da diyar kir ku wan li bajêr di 2014-2015an da di çarçoveya "Projeya Envanter û Şopandinê ya Cureyên Biyolojîk a Neteweyî" da ligel peywirdarên Midûriyeta Şaxa Tunceliyê ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî li qadê çavdêriya çivîkan kir.
Înak got ku di çarçoveya xebatê da wan 204 cureyên çivîkan qeyd kirin û wiha dewam kir, "Kundê guhbel ê daristanê, cureyekî çivîkan e ku bi şev gelekî aktîf e. Nava rojê gelekî hindik tê xuyanê. Gava me çivîk dişopandin, em rastî kundê guhbel ê daristanê nehatibûn wê demê. Bi roj xuyakirina vî cinsî, dide nîşan ku bajêr di warê cure û cinsên çivîkan da dewlemend e."