Haydar Şahin
16 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Mişkên avê yên ku di nav gel da bi navê "koypu"yê tên zanîn û welatê wan Amerîkaya Başûr e ji erdên avî yên Çiyayê Agiriyê hez kirin.
Li ser erdê avî yê Çiyayê Agiriyê ya bilindahiya wê 5137 mêtre ye gelek cureyên heywanan jiyana xwe didomînin.
Li erdê avî yê Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ya ku li aliyê bakurê çiyê ye û di nav parkên neteweyî yên herî mezin ên Tirkiyeyê da cî digre gelek heywan hene û ji nav wan ya ku herî zêde balê dikişîne jî mişkên avê ne.
Mişkên avê yên ku di nav gel ji wan ra dibêjin "koypu" gelek sal berê ji Amerîkaya Başûr anîne welêt. Mişkên ku ji çêwlikan revîne jî hatine erdên avî yên Çiyayê Agiriyê jiyana xwe didomînin.
Gelek tebîethez ji bo ku mişkên avê bibînin tên Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê.
Emrah Çobanê Kordînatorê Zanistê yê Komeleya Tebîetê ya Bakur daxuyanî da nûçagihanê AAyê û diyar kir ku warê esil yê mişkên avê Amerîkaya başûr e ji bo postên wan di sedsala 20î da ji anîne Ewropayê.
Çoban got demekê berê postê mişkên avê zehf bi qîmet bûn û eleqe didîtin ji bo vê dihatin xwedîkirin û wiha pê da çû: "Paşê kirîn û firotina van postan hat qedexekirin. Ji ber vê jî heywanên li çêwlikan hatin berdan û nika li tebîetê dijîn. Hin mişkên avê yên li Ewropayê berî çolê dane derbasî Rûsyayê bûne, Qismekî mişkên li Rûsyayê berî çolê dane jî ji çem û kanalan ra hetanî Îdirê hatine.
- Baş adapte bûne
Çoban destnîşan kir ku mişkên avê li herêmên hewaya wan nerm dijîn lêbelê baş adapteyê Tirkiyeyê bûne û wiha pê da çû:
"Mişkên avê li Îdir û Edirneyê jiyana xwe domandine. Tê zanîn ku heywaneke ziyankar e lêbelê lê Îdirê zirareke mezin nedane. Dema cisnekê ku li herêmê tunebe bînin herêmê texrîbteke mezin çêdibe. Lêbelê mişkên avê baş adapte bûne û heywanên din aciz nakin. Sedema vê jî ew e ku hewa her tim germ nîne, zivistan ê hewa sar e û mişk bi tenê havînê têjikan derdixin."