Sayim Harmancı,Ulaş Güven,Emre Ilıkan,Nevzat Umut Uzel
13 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2023
Li Wan û Hekariyê berf barî û mij çêbû, şofêran di trafîkê da bi baldarî erebe ajotin.
Li Wanê du roj in barana gur dibare, li deverên bilind berf ket.
Li Dirba Kurubaşê ya li ser rêya Wan û Hekariyê serê sibê berfê dayê û mij çêbû. Şofêran tengasî kişand.
Li herêmê barîna berfê dewam dike û ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan ji bo ku tengasî çênebe, li ser kar in.
- Hekarî
Li Hekariyê ji duh va bi navber berf dibare, li ser wesayît, dar û baniyan berf girt.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên cî û warên bilind, xebitîn.
Li Yuksekovayê jî berfê navenda bajêr spî kir.
Husnu Yetîşmîşê ku berfa ser wesayîta xwe paqij kir, got ku berf îsal dereng barî.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 117emîn a Rêbejan di rêya Yuksekova û Dirba Harunayê da berf avêt.