Necmettin Karaca
27 Sibat 2025•Rojanekirin: 02 Adar 2025
Li Çaldirana navçeya Wanê ku germahiya hewayê lê daket heta 20 dereceyan binê sifirê, Çemê Çubukluyê qeşa girt.
Li Çaldiranê hewaya sar ku piştî barîna berfê dest pê kiribû, bandoreke neyênî li jiyana rojane kir. Li navçeya ku germahiya hewayê lê daket heta 20 dereceyan binê sifirê, rûyê çem û golê qeşa girt.
Ji ber hewaya sar rûberê Çemê Çubukluyê yê li taxa Bezirxaneyê, qeşa girt.
Dîmenê çemê ku rûberê wê bi temamî qerisî bi droneyê hat kişandin.
Ji welatiyan Mehmet Şirin Tandogan anî ziman ku piştî barîna berfê serma û seqemê dest pê kir.
Tandogan destnîşan kir ku ji ber sermayê nikarin derkevin derva û got, "Çemên me qeşa girtin. Havînan em li vê derê masiyan digirin, lê niha ji ber qeşayê em nikarin tiştekî bikin. Bi rastî gelekî sar e."