Zafer Tayfur
22 Îlon 2025•Rojanekirin: 23 Îlon 2025
Li Başkaleya navçeya Wanê li cihên bilind berf barî.
Li navçeya raqim 2 hezar û 460 ya ku lê germahiya hewayê daşikiya, barana ku barî bi şev li cihên bilind vegerand berfê.
Çiyayê Îspîrîzê yê raqim 3 hezar û 668 û her wiha çiyayên li derdorê bi berfê spî bûn.
Heywandarên ku li zozanan in, şefeqê bi dîmena berfê ra hişyar bûn.