Sadrettin Kaya,Muhammed Onur Yavrutürk
19 Îlon 2024•Rojanekirin: 21 Îlon 2024
Li Wanê barana gur û zîpik barî.
Li tevahiya bajêr barana gur barî, li navçeya Çaldêranê jî zîpik barî.
Zîpika ku nêzî nîv saetê barî, deşta Çaldêranê spî kir.
Zîpikê zirar da hin eraziyên çandiniyê, şofêran di trafîkê da tengasî kişand.
Ekîbên Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeya Çaldêranê li ser eraziyên taxên gundewar xesar tesbît kirin.