Sabri Yıldırım
06 Hezîran 2023•Rojanekirin: 16 Hezîran 2023
Li zozanên Mûşê yên ku piştî dinya germ bû, heywandaran ji parêzgehên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê pezê xwe anîn, xebata bêrîvanan dest pê kir.
Koçerên ku piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, pezê xwe gihandin zozanên Şênê û Qozmeyê, li zozan kon vegirtin û her wiha pezê xwe jî diçêrînîn. Li aliyekî jî bêrîvan zend û bendan ba didin û xwe didin ber bêriyê û pez didoşin.
Koçer li zozanan berhemên şîr digirin, pey ra difiroşin û pê debara xwe dikin.
Serokê Pezxwedîkerên Mûşê Nimet Salkim koçer ziyaret kirin û diyar kir, li bajêr hejmara pêz milyonek û 200 hezar û bi hatina koçeran ra hejmar ji 1,5 milyonî derbas bû.
Salkim bal kişand ku heywandarên ji deverên germ tên, zozanên Mûşê tercih dikin û wiha dewam kir, "Sedema vê jî ew e ku zozanên me xweş û guncav in. Dahata heywandar û koçerên me şîr û berx in. Îsal ji ber barana zêde, zozanên me têrçêre ne."
Heywandar Muzaffer Taşê ji Nisêbîna Mêrdînê hatiye herêma Şênê jî diyar kir ku ew ê 3 mehan li zozanan bimînin û wiha dewam kir:
"Sezona şîrdotinê jî dest pê kir. Em berhemên şîrê xwe li navenda parêzgehê difiroşin. 600 serî pezê me heye, em rojê du danan didoşin. Piştî 3 mehan em ê cardin vegerin Nisêbînê."