Ömer Tarsuslu
06 Hezîran 2023•Rojanekirin: 16 Hezîran 2023
Ava berf û baranê Sûlava Susizê ya li Qersa ku zivistan lê gelekî sar derbas dibe, gur kir û sûlav li benda ziyaretvana ye.
Sûlava Susizê ya li ser rêya Qers-Erdexanê ye û ji 75 mêtre bilindahiyê ava wê diherike û di nav gel da jê ra dibêjin ava difire bi xweşikiyên xwe yên siruştî mêvanên biyanî û xwemalî diezimîne.
Welatiyên ku tên Qada Geştê ya Sûlava Susizê li vê derê ji aliyekî va seyranê dikin û ji aliyekî va jî li xweşikiyên der û dorê mêze dikin.
Zivistanê jî piraniya sûlavê cemed digire û welatiyên niha tên serdanê jî heta devera ku av tê diçin û li wê derê dîmen û wêneyan dikişînin.