Necmettin Karaca
06 Hezîran 2023•Rojanekirin: 09 Hezîran 2023
Ekîbên cendirmeyan ên Erdîşa navçeya Wanê ji bo ku rê li ber qefaltina masîkefalên ji bo xerzdanînê berevajiyê avê sobelî dikin, bigirin li ser kar in.
Ji bo cisnê masîkefalên ku di Gola Wanê da dijîn qedexeya nêçîrê her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da tê danîn.
Masiyên ji bo xerzdanînê berevajî avên şêrîn sobelî dikin ji alî cendirmeyan va tên parastin. Hêzên ewlehiyê li keviyên çem û bi dronê va kontrolên xwe dikin da ku bila kes bi qaçaxî masîkefalan neqefêle.
Li Erdîşê welatiyên ku tên ber benda ji bo temaşekirina masiyan hatiye çêkirin li koça masîkefalan mêze dikin û wêne û dîmenên wan dikişînin.
Qaqlîbazên li herêmê jî bi koça masiyan kêf dikin û wan diqefêlin û zikê xwe têr dikin.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Erdîşê Nuri Mehmetbeyoglu diyar kir, ekîbên ewlehî, cendirme, qaymeqamtî û Midûriyeta Çandiniya Navçeyê li devê çem û newalan kontrolan pêk tînin da ku nêçîra bi qaçaxî asteng bikin.
Mehmetbeyoglu bal kişand, armanca wan ew e ku masîkefal ji nifşên pêşerojê ra bimînin û wiha dewam kir:
"Di vê çarçoveyê da hevalên me bêyî saeta mesaiyê, 7 roj 24 saetan xebatên xwe yên ji bo masîkefalan didomînin. Em niha li herêma benda masiyan a li ser Çemê Deliyê ne. Ji bo ku masîkefal serdema xwe ya xerzdanînê serkeftî temam bikin, me ji bendavê av teqwiyeyî vir kir. Ji niha şûnda jî wekî hemû Erdîşiyan û gelê herêmê divê em bibin yek û masîkefalan biparêzin da ku ji nifşên pêşerojê ra jî bimînin."