Özkan Bilgin
06 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2022
Qada daristana çamê ya li Edremît û fetlokên li Ozalp a navçeyên Wanê ne bi barîna berfê xemilîn.
Li navçeya Edremîtê Tesîsa Rekreasyon û Parqa Regulator a Gem-Pireyan di bin berfê da ma.
Digel sir û seqemê hemû rengên hêşînahiyê yên li dar û beran li meydanê ne û bi çîl sipî kirina berfê va dîmenên xweş derketine holê.
Hin welatiyên hatibûn tesîsê ji aliyekî va li xweşikahiyên derketine meydanê temaşe dikin û him jî hewl didin ku masiyên di Çemê Engilê ya di nav tesîsê da derbas dibe, bigirin.
Ji welatiyan Salih Akpinar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew pirî caran tê tesîsê behna xwe derdixe û wiha domand: "Piraniya wextê me yê vala li vê derê derbas dibe. Em him masiyan digirin û him jî wêneyan dikişînin. Milet ji vê derê hez dike."
Husamettîn Aydemir jî got ku li vê derê ji ber berf û daristanê rengek xweş derketiye meydanê û wiha pê da çû: "Milet bi malbata xwe ra tê vê derê. Evder havînan pir qelebalix e. Niha li aliyekî rengê daran û ji aliyekî va jî rengê berfê serdest e û dîmenên gelek xweş derketine holê."
Li Taxa Dorultay a ser navçeya Ozalpê jî çemê ku di nav berfê da wek marekî vedikişe jî balê dikişîne û dîmenên wê hatin kişandin.
Dîmenên xweşiya tesîsa li navçeya Edremîtê û fetlokên çem ên li navçeya Ozalpê di nav berfê da vedikişe, bi droneyê hatin kişandin.