Ekip
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Millî Îsmet Yilmaz ji bo îmtihana wê ji bo têketina lîseyan bê kirin got: "Li gor vê sîstemê wê tenê ji dersên pola 8an pirs hebin. Me jimara pirsan ji 60î derxist 90î. Wê 20 fen, 20 matematîk, 20 tirkî, 10 tarîx, 10 Çanda Dîn û Agahiyên Exlaq, 10 pirs ji zimanê biyanî bin."
Yilmaz beşdarî bernameya weşana zindî ya TRT Haberê bû û li ser îmtihanên lîseyê agahî dan.
Yilmaz diyar kir ku wê di sîstema nû de îmtihan nûjeniyan bi xwe ve bibîne.
Wezîrê Perwerdeyê wiha agahî da:
"Li gor vê sîstemê wê tenê ji dersên pola 8an pirs hebin. Me jimara pirsan ji 60î derxist 90î. Wê 20 fen, 20 matematîk, 20 tirkî, 10 tarîx, 10 Çanda Dîn û Agahiyên Exlaq, 10 pirs ji zimanê biyanî bin."