Nihat Kavşut
24 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
BATMAN
Tugçe Topalogluya mamosteya matematîkê ya dema mamoste Şenay Aybuke Yalçin bi destê endamên PKKya rêxistina terorê hat şehîdkirin li cem bû hê jî mirina Aybukeyê qebûl nake.
Piştî ku li Qozlixa navçeya Batmanê dema ji merasima belavkirina karneyan vedigeriya mala xwe li ber malê mamoste Şenay Aybuke Yalçin hat şehîdkirin Tugçe Topalogluya mamosteya hevala wê ji bona êşa Aybukeyê ji bîr bike tayîna xwe xwest Daricaya navçeya Kocaeliyê.
Topaloglu di Roja Mamosteyan da ji bona bîranîna Şenay Aybuke Yalçinê hat Lîseya Şehît Şenay Aybuke Yalçin ya li Qozlixê.
Tugçe Topalogluya dema êrîşa endamên PKKyê di heman wesaîtê da bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir dixwaze Aybukeyê bi halê wê yê di wesaîtê da bi bîr bîne.
Topaloglu destnîşan kir piştî êrîşê Aybuke qelibiye himbêza wê û wiha got: "Em hê jî tunebûna Aybukeyê qebûl nakin."
Tugçe Topalogluyê diyar kir ji bona bîranîna hevala xwe hatiye Qozlixê û got tunebûna wê gelek bi me zor tê.
Li Qozlixa navçeya Batmanê 9ê hezîranê endamên PKKya rêxistina terorê êrîşî wesaîta Veysî Işikê Şaredar kiribûn. Di êrîşê da Şenay Aybuke Yalçina mamosteya muzîkê ya ji mersima belavkirina karneyan dihat giran birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Qozlixê şehîd ketibû.